Çîn duyem karwanê alîkarîyên bijîşkî bo Bexda û Hewlêrê dişîne

Dewleta milî ya Çînê, duyem karwanê alîkarîyên bijîşkî yê taybet derbarê şewba vîrusa koronayê de bo Iraq û Herêma Kurdistanê dişîne.

Navenda Nûçeyan - Parlamenterê Iraqê Cewad Musewî bi beyanameyekî ve ragehand, di civîna li gel şandeya Çînê de, şandeya Çînê ji wan re gotine ku dê roja 07.04.2020ê duyem karwanê alîkarîyên bijîşkî yên Çînê bigehe Iraqê.

Cewad Musewî ku endamê lijneya tenduristîya parlamentoyê ye, herwaha ragehand, şandeya Çînê ku ji bijîşk û pisporên tenduristîyê pêkhatibû, ji wan re ragehandîye ku wezareta tenduristîya Iraqê sûd ji şîyanên wan vergirtîye, ji ber wê jî her mijûlê karûbarê îdarî û rutîn e.

Heftîya borî Çînê tîmekî bijîşk û li gel tişt û pêwîstîyên bijîşkî bo tekoşîna li hember şewba koronayê wek alîkarîya ji Iraq û herêma Kurdistanê şandibû.

Basnews

 

Siyaset Haberleri

Gelo Amerîka dê sîstema parastinê bide Herêma Kurdistanê?
Nîroz Horî: Ez dê bi hunera xwe alîkariya zarokên otîstîk ên Rojavayê Kurdistanê bikim
Ronya Osman: Min xwest ez rastiya Fermana 74an ji Almanan re vebêjim
Elî Ebûd: Çareserî di sîstema federal de ye
Pêwendiya telefonî ya Sine û Silêmaniyê: 'Ji bo alîkariyê amade ne'