Çîn Dibêje Rêkeftina Bazirganî bi Amerîka re ji bo Hemî Cîhanê Baş e

Mezinê dîplomatên hikûmeta Çînê Wang Yi, îro Şemîyê di çarçoweya serdana xwe ya welatê Slovanya de, got qonaxa yekem a rêkaeftina bazirganî di navbera Amerîka û Çînê de, ew nûçeyeke baş e, ji bo hemîyan û wê seqamgirîyê ji bo bazirganîya cîhanî dabîn bike

Haber Merkezi- Mezinê dîplomatên hikûmeta Çînê Wang Yi, îro Şemîyê di çarçoweya serdana xwe ya welatê Slovanya de, got qonaxa yekem a rêkaeftina bazirganî di navbera Amerîka û Çînê de, ew nûçeyeke baş e, ji bo hemîyan û wê seqamgirîyê ji bo bazirganîya cîhanî dabîn bike.

Wî her wiha anî ziman ku hîn gelek pirsgirêk di navbera herdû welatan de hene ku divê bêne derbirîn.

Demekê berê vê hefteyê, Waşington û Bêjînê erê kir li dor pîvanên qonaxa yekem a rêkftineka bazirganî, ku bacên gumrigê yên Amerîka li ser berhemên Çînê kêm kirin, li beramber bilindkirina asta kirîna berhemên Amerîkî ji alîyê Çînê ve.

Li gor wezîrê derve yê Çînê Wang Yi, wê rêkeftin alîkar be di vegerandina bawerîyê de bo abûrîya cîhanê.

Wang got:

“Çîn qet bawer nake ku bilindkirina bacên gumrigê ew rîyeke rast e…ji ber ku di şerê bazirganî de, kesekî serkeftî nîne.”

Kurdistan Haberleri

PWKê li Batmanê Jenosîda Dersîmê (Tertele)Bibîranî
Berdevkê PDKê: Me proseya siyasî ya Iraqê baykot nekiriye
Dema 7 salî bû ket destê DAIŞê û niha vegeriya warê bav û kalên xwe
Piştî şerê zêdetirî du mehan krîza aborî ya Îranê
CENTCOMê dest bi operasyona 'Projeya Azadiyê' li Tengava Hurmizê kir