Çîn: 1716 Doktor û Karmendên Saxlemîyê bi Vîrusa Korona Ketine

Karbidestên Çînê cara pêşîn hejmara doktor û hemşîreyên ku bi nexweşîya vîrusa korona ketine ji bîragiştî re eşkere kir.

Navenda Nûçeyan - Li gor daneyên berpirsên saxlemîyê yên Çînê, 1716 doktor û hemşîre dema dermankirina nexweşên vîrusa korona bi heman nexweşîyê ketine û ji wan 6 kesan jîyana xwe ji dest dane.

Cigirê Wezîrê Saxlemî yê Çînê Zeng Yixin dîyar kir ku doktor û hemşîreyên wî welatî dema dermankirina nexweşên vîrusa korona bo jîyanên xwe jî bi rîskên mezin re rû bi rû dimînin.

Hin jêderên li Çînê ragihandibûn ku berpirsên saxlemîyê bênavber dixebitin û hin caran jî cilên berevanîya dijî vîrusa korona li xwe nakin.

Vîrusa korona ya bi navê Covid-19 heta niha li Çînê 1381 kes kuştine.

Komîsyona Saxlemîya Neteweyî ya Çînê dide zanîn ku vîrusa korona li seranserê welêt ketîyê canê 63,922 kesan.

Ew vîrus li Wuhan ya Hubei ya Çînê derketibû û ji wir derbazî 24 dewletên din bûbû.

Li derveyî Çînê, vîrusa korona ketîye canê 456 kesan û ji wan 2 kesan jîyana xwe ji dest dane.

Dengê Amerîka

 

Siyaset Haberleri

Hewramanî: Me ligel Bexdayê niyeteke cidî bo çareserkirina arêşeyan heye
TAYBET - Hîlalî: Bêhtirî 1500 malbatên Efrînî vedigerin malên xwe
Serok Barzanî: Silav li hemû wan qehremanên ku riya Pêşmergetiyê hilbijartine
Gelo dê Deriyê Rebîeyê cihê Îbrahîm Xelîlê bigire?
Hewramanî: Bersiva metela şandina çekan bo Kurdan tenê li ba Amerîkayê ye