Di vê nivîsarê da ez dê behsa cihûyekî, yanî Theodor Herzl (1860-1904) bikim ku di fikir û tevgerên wî da, di hewildanên wî da şibandinên Abdurrezak Bedirxan û Abdusselam Barzanî hene, bidim xuyakirin.
Theodor Herzl, rojnamevanekî ye û li Viyanayê tehsîl kirîye. Ew ketîye nav hewilldanan ku dewleta cihûyan ava bike. Wî di 1896an da kitêbek bi navê Dewleta Cihûyan nivîsîye.
Theodor Herzl, di 1890an da, li hemî herêmên ku cihû lê jîyane gerîyaye, bi cihûyên ku bazirganî yan jî kargêrîya xwe kirine ra hevdîtin çêkirîye, axifîye. Wî wan hevdîtinan pir caran çêkirîye. Ji xwe ew rojnamevanek bûye. Ew di wan hevdîtinan da hem tiştên / gotinên girîng gotîye û hem ji wan daxwaza dayîna pere kirîye da ku jibo avakirina dewleteka cihûyan erdek peyda bike. Herzl, ji bazirganên cihû ra van tiştan gotîye: ”Tu ercîyayeke / qîmeteke vê dewlemendîya we tune. Eger dewleta we tunebe, hûn dê bibînin ku ew dewlemendî di carek da ji destê we derketîye, çûye. Ji ber wê ye ku di zûtirîn wext da divê hûn bibin xwedîyê dewletek…”
Theodor Herzl, van dîtinên xwe bi caran ji dewlemendên cihûyan ra tekrar kirîye. Hin ji wan cihûyan, ji wan hevdîtinan aciz bûne, nerehetîyên xwe dane nîşandan û ”em êdî naxwazin te bibînin, careke dî meyê van deran” gotine. Lê Herzl, her ku firset dîtîye wan dîtinan tekrar kirîye: ”Eger dewleteka we tunebe, tu qîmeteke vê dewlemendîya we tune!”
Divê em bala xwe bidin tarîx û demên ku van dîtinan hatine gotin. Theodor Herzl, di 1904an da wefat kirîye. Hê li meydanê Hitler tunebûye… Binêrin, (Bk. Siyonizmin Kurucusu Theodor Herzl’in Hatıraları, Çev. Ergün Göze, Boğaziçi Yayınları, 2. bs. 2002, İstanbul)
Theodor Herzl, piştî ku Kitêba Dewleta Cihuyan di 1896an da daye çapkirin, di 1897an da li bajarê Baselê yê Swisreyê Kongreya Cihuyan ya Cîhanî, li darxist. Wek serek hat hilbijartin. Di wê kongreyê da Herzl, weha axifîbû: ”Min di serê xwe da Dewleta Cihuyan damezrandîye. Berîya 50 salî ew dê fîîlî / emelî çêbe.” Divê jibo dîtina pêşerojê ya Theodor Herzl jî mirov bal bikêşîne ser wê.
Theodor Herzl, di 1896 û 1898an da du car çûye zîyareta Stanbulê. Çûyîna wî ya sêyemîn bo Stanbulê, 1901 e. Di wê navberê da hevdîtin bi Sultan Abdulhamid ra jî çêkirîye. Wî jibo Dewleta Cihuyan, di dewleta Osmanî da erd xwestîye. Jibo wê jî mîktareke mezin pere jî pêşnîyaz kirîye. Ne rast e ku dibêjin Sultan Abdulhamid, Herz qewirandîye., Hevdîtin çêbûye. Sultan Abdulhamid, ji Herzl ra gotîye ku; ” Hûn dikarin li Mezopotamyayê cîwar bibin lê ne di cîyek da, divê li cîyên cuda cîwar bibin. Herzl, wê pêşnîyazê qebûl nekirîye. Lê wî Dîyarê Kenan xwestîye ku Filistina îroyîn e û jibo cihuyan ew der Erdên Wedkirî ne.
Theodor Herzl, Paşê bi Serekê Wezîrê Kolonîyan yê Britanya Mezin Chemberlein ra peyîvî. Chemberlein jê ra li Afrikayê, Ugandayê pêşnîyaz kir. Herzl, qebûl nekir. Wê demê Uganda, kolonîya Ingilistanê bû.
Divê mirov li Theodor Herzl bi çavê erebên ango îslamîyên ku dijberê cihuyan in, nenêre, bi çavên cihuyan binêre. Cihu bi teda û zulmê ji welatên xwe hatine dûrxistin, lê cihûyan ev 2000 sal e ku wê jibîr nekirine. Bi daxwaza ku vegerin ser erdên xwe dijîn. Fêde ye ku em piçek li pêşedemê binêrin.
Roma, Berîya Îsa B.Î. di 73yan da Dîyarê Kenan, Filistina îroyî dagirkir. Wê demê li van deran cihû dijîyan. Cihûyan, serdestîya Romayê qebûl nekirin û gelek caran li dijî Romayê serhildan li darxistin. Di dawîyê da Romayê B.Î. di sala 70yî da bi darê zorê û zulmê cihûyan ji Dîyarê Kenan derxistin. Cihû, li çaralîyên cîhanê belav bûn.
B.Î. di 722yan da, Qralê Asur Salmanasar V. Dîyarê Kenan dagirkir. Dewleta Cihuyan wek Bakur û Başur bû du perçe. Împaratorê Asur, beşeke cihuyan jibo Babilê û beşek jî jibo erdên Kurdistana îroyîn, surgûn kir. B.Î. di 586an da Qiralê Babilê Nabukadnezar, êrîş bi ser Dîyarê Kenan. Dîsa beşek cihû jibo Babilê û Kurdistanê hatin surgûnkirin. Divê evana jî neyên jibîrkirin.