Rojekê ji Xoceyê Marûf pirsîne!(**) Gotine Xoce! Navenda dinê (cîhanê) kî der e?!. Xoce, hinek fikiriye û paşê bersiva xwe wûsa daye! Rabûye ser pêyan! Bi lingê xwe yê rastê paniya xwe li erdê xistiye! Aha ji wera: “Navenda dinê vira ye! Heke hûn ji min bawer nekin, bipîvin û paşda werin cem min!..” dibêje!..
Gotina Xoce di ciyê xwe da bû! Gelo pirsek wûsa îro ji min jî were pirsîn û bejin:”Navenda dinê kî der e?!. Ez dikanim bi hêsanî bêjim! Navenda dinê erda Mezopotamya ya bi navê Kurdistan e! Ji berku li gor çavkaniyên girîng mirovatî û şehristanî cara yekem li ser ew erda pîroz ava bûye! Adem û Hava li ser wê erdê jiyan bûyîne û neslê tova mirovatiyê li wêderê çandine û ava kirine!..
Ew erda pîroz, cîhan ava bûye vir de her dem ne rehet e! Wekû roja îro rewş û aboriya cîhanê ya wê demê xirab bû, Xwedê “Tufana Nuh” bi peyamberê eslê xwe jî Kurd “Nuh Peyamber” dişîne nav mirovatiyê!..
Wê demê derdorên cîhanê baş nedihatine nasîn! Parzemîna Emerîka, Awistralya û gelek ciyên cihanê yên dîn ji hevûdu bê agahdar bûne!.. Îro bi rêya zanist alêm dizane ku cihana gilover û navenda wê ya ku bi agirê sor dikele, dikele!.. Ew biroşa dinê her ku dikele, bilqukên kelîna wê, ewna xwe li ser erda Kurdistanê didin der!.. Ji bo vê ye, ku l i ser ew erda pîroz jiyandarên wê her dem ne rehet in!.. Dinê ava bûyê vir de şer, tevlihevî, heya şerên birakujî, jî li ser ew erda pîroz kêm nebûyîne!.. Neyartiya hevûdu kirin, şerên brakujî ji bo çi Xwedê kirye para ew qewîmê xwe yê pîroz?!. Heya roja îro, tû zana û pisporên dinê bersiva vê pirsê nedayîne! Ew gelê li ser erda pîroz ji hezaran sal vir de dijîn jî bersiva vê pirgirekê digerin û heya roja îro wan bi xwe jî bersiva wê nedîtine!..
Lê ez bawer dikim ku hêdî ew gel di sedsala 21 an de hêdî nêzîkî çareseriya pirsgireka xwe bûye! Ji ber ku nifta (kilîta) wê bi yeketiya Kurdan ve hatiyê girêdayîn!.. Gelo yeketiya Kurdan yê çawa ava bibe?.. Dema hin Kurd pêyayê xelkê (neyar, dijmin) bin, wê demê ewna nifta yeketiya xwe bi dest xwe didin neyaran! Ew rewşa qambax ma yê heya kîderê her berdewam bike?!. Bersiva vê pirsê jî dîsa ez bawer dikim ku ew di destên Kurdan de ye!..
Ez wûsa bawer dikim ku, cîhanê carek dîn di demên li pêş me de yê bi şerê cîhanê yê sêyem dîsa lihevkeve!.. Derketina vî şerî, ewê bingeha xwe ji du netewan bigire! Netewa yekemîn dewleta Îsraîl û gele Yahudî ye!.. Netewa duwemîn jî bingeha wê de rewşa Kurdistanê heye! Heke vê carê li pêş ew şerê cîhanê yê sêyemîn de Kurd di nav xwe de siyasetek netewî, yekgirtu nekin û dîsa wek îro bilawela di wî şerî de dema cîh bigirin yê wê carê jî wenda bikin! Ew wenda bûna dawî yê bibe têkçûna Kurdan ya herî dawî!.. Kurd di dîroka cîhanê de carek dîn nikarin ku xwe komî ser hevûdu bikin! Di wê parvebûna cîhanê ya sêyem de Kurd pêwiste ku di aliyê dewletên di şer da serkefin re alîgir be! Di ew qurna dirêj ya bidome de demek dûrûdirêj dewletên heyî yê ji xwe re bingehên zexm bigirin!..
Bi kurtahî pêwiste ku em Kurd li pêş vî şerî de her perçeyek di nav xwe de yeketiyên biratiyê ava bikin!.. Ew avabûna di nav her beşî de hatî sazkirin, bi beşên dîn ve wek yek dewlet kare xwe yê navnetewî pêwist dibe ku bimeşînin! Di ew şerê cîhanê de li gel ew dewletên serkevin pêwiste ku Kurd ciyê xwe bigirin!.. Yên di wî şerî de wenda bikin, ewna mafên xwe yên mirovatî û gelerî jî, ji wana piran yê wenda bikin!..
Li cîhanê îro Kurd di qonaxa xwe ya dawî de ne! Bi kurtahî ji bo Kurdan doz, doza hebûn û nebûne ye! Tukesên Kurd û rêxistinên Kurd û Kurdistanî pêwiste ku li pêşiya vê xwesteka doza Kurdan dernekevin!.. Lê çi mixabin rewşenbîriya Kurdan de ew mercên girîn di destên Kurdan de heyîn, neyarên Kurdan, ew ji destên wan têk birine û bi dijberiya Kurdan, Kurd kirine neyarê hevûdu!.. Ew rewşa dawî de pêwist dibe ku, carek dîn Kurd rê nedin neyarên xwe ku, di navbendiya wan de şerên birakujî derxînin! Ji ber ku ew şerê sêyem yê bibe şerê cihanê yê dawî! Îro rewşa heyî û ew teknolojiya atomîk hêdî rê nade li dinê şerekî çaremîn bibe!..
Bi kurtahî li cîhanê Kurd bi yek dewletbûna xwe îro li Başûrê Kurdistanê hene! Karên îro pêda bibin jî, pêwiste ku li ser ew bingeha netewî û navnetewî bêye meşandin!.. Kurdino! Welatparêzên hêja! Ma ji yekbûna Kurdan zêdetir li pêşiya Kurdan rêyek dîn mayê?!.
(*) BABAGURGUR * : Babagurgur navê cîyê 16 kîlometran li bakûrê Kerkûkê ye. Ew bajarek kevnar yê Kurdan li başûrê Kurdistanê ye. Babagurgur, navê cihê ku şewitandina neft û gazê li ser erde ji bo demeke dirêj pîroz tê hesibandin! Zeviya (erd, ax) Babagurgurê k udi sala 1927 an de ew hatiyê kifş kirin ku bi “agirê bê dawî (ebedî)” yê ku ew 2500 sal in ku gaza xwezayî ya ji dora wê dihêrike û bê vemirî şev û roj dişewite!.. Ji bo Kurdên li wê navçeya Babagurgur ciyê kupir pîroz e, ku helbestvanê Kurd yê şoreşger û welatparêz Abdula Pêşew di helbesat xwe ya bi wî navî de aniye ziman!..
(**) Bi giştî di çanda Kurdî de, ji bo kesên ku di warê olî de xwedî zanîn in, weke rêzgirtin peyva "Xoce" ji peyva xoce / hoca) tê bikaranîn. Mamoste Mehmet Emin Bozarslan (1934-2026) di berhemên xwe de „Xoceyê Marûf“ ku di wêjeya Kurdî ya gelerî de bi zirûfên folklorîk û tasavvufî çîrokên xwe de bi kar anîye! Di wejeyên gelên cîhanê yên dîn de jî ew fîgura her heye!.. Di wejeya Tirkî de jî bi navê „Nasreddîn Hoca“ ew mijar bi navû deng e! Ew mijar heya gelên Asya Navîn jî diçe!..
Ligel silav û rêz, birêzan!..
1 ê Puşperê (Xezîran) 2026
Abuzer Bali Han