Cîhan bi çaveke rêz û hurmet destkeftîyên gelê Kurdistanê dike

Bi helkefta 40. salvegera Şoreşa Gulanê Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî peyamekê belav kir.

Bi helkefta 40. salvegera Şoreşa Gulanê Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî peyamekê belav kir. Di peyamê de dihê gotin ku;  ”Şoreşa Gulanê li beranber zulm û sîtem û dagîrkeriyê de berdewamiya xebat û qurbanîdana gelê Kurdistanê bû. Ew şoreş hilgirê peyam û armancên Şoreşa Mezina Eylûlê û yek ji qonaxên giringên berxwedana Pêşmerge û gelê Kurdistanê bû û pîşan da ku eger li qonaxek da xebata gelê Kurdistanê tûşî rawestanê hatibê ewe îradeya têkoşan û xebata gelê Kurdistanê tu demekî neşikiyaye û bi nefes û tînêkî nû ji bo gihîştina bi rizgarî û azadiyê berdewam dibe.

Niha di dema ku Şoreşa Gulanê bi bîrtînîn ku gelê Kurdistanê zêdetirê her demekê ji armancên xwe nêzîk bûye û cîhan bi çaveke rêz û hûrmetê ve temaşa xweragirî û qurbanîdan û destkeftên gelê Kurdistanê dike. Kêmtirîn wefa ji bo qurbanîdan û êşên gelê me û xwîna şehîdan pêkanîna tevahiya mafên diyarkirina çarenûsa gelê Kurdistane. Eve dûrî li berjewendiya hizbî û bi baweriyekî tevahiya bi mafên gelê me, berpirsiyariya dîrokî û erkeke li ser milê hemû hêz û aliyên siyasiyan.”

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin