Cîgirê wezîrê karên derve yê Amerîkayê: “Xemgînim di Newrozê de ne li Kurdistanê me”

.

Cîgirê wezîrê karên derve yê Amerîkayê Joey Hood got ku ew bi sedema di Newrozê de dê ne li Herêma Kurdistanê be xemgîne. Hood bo K24 ê weha ragihandiye:

“ Ez 2 sal berê li Kurdistanê bi we re di pîrozbahiyên Newrozê de bûm. Niha ji ber Kovid-19 ê ez nikarim werim. Şansê min ji dest çû ku di rojên xweş de ez ê bi hevalên xwe yên Kurdistanê re nebim. Hêvî dikim di sala bê de ez werim Hewlêr, Silêmaniye, Duhok û deverên din û bi we re Newrozê pîroz bikim. Hêvî dikim di sala bê de her tişt bêhtir baştir be.”

Hood got ku ew dixwazin bi Herêma Kurdistanê re têkiliyên xwe di warê bazirganiyê de bipêşbixin û weha dewam kir:

“Em dikarin bi hevre gelek karan bikin. Lê bêhtir pêdiviya me bi îstîqrarê heye. Hêzên Iraqê û Pêşmerge bo parastina Iraqê û kêmkirina talûka DEAŞ ê karên mezin kirin. Têkiliyên me bi Mustafa Kazimî, Mesrûr Barzanî û Nêçîrvan Barzanî re gelek başin. Em dikarin bêhtir hewlê bidin ku têkiliyên navbera Hewlêrê û Bexdayê baş bibin.”

Kurdistan Haberleri

Serokê PWKê Mustafa Ozçelîk di derbarê ‘’pêvajoya heyî’’ û behsên guhertina hinek yasayan de bîr û rayên PWKyê anî zimên
Li Parlamentoya Sûriyeyê çend Kurd hene û kî ne?
Gendeliya li Îraqê û bêparkirina Herêma Kurdistanê - Omer Ehmed*
Ji ber girtina parlamenterên gendelkar, civînên parlamentoyê hatin paşxistin
Îranê ji Interpolê xwest ku 60 serkirdeyên ji Rojhilatê Kurdistanê radest bikin