Cîgirê Sekreterê PDK-Bakur Hişyar Ozalp hat desteserkirin

.

 Cîgirê Sekreterê Partiya Demokrata Kurdistanê li Bakur (PDK-Bakur) Hişyar Ozalp îro li deriyê sînorî yê Xabûrê hat desteserkirin.

Parêzerê Cîgirê Sekreterê PDK-Bakur Hişyar Ozalp, Nûşîrevan Elçî ji Rûdawê ragihand ku muwekîlê wî dema dixwaze ji Herêma Kurdistanê derbasî Bakurê Kurdistanê bibe li deriyê sînorî yê Xabûrê ji aliyê hêzên ewlekariyê yên Tirkiyê ve hate desteserkirin.

Serokê Baroya Şirnexê Nûşirvan Elçî da zanîn ku Ozalp birine navçeya Silopyayê ya Şirnexê.

Derbarê sedema desteserkirina muwekîlê xwe Elçî herwiha got ku hinek dosya derbarî wî de hebûne, lê ji ber ku hêj îfadeya wî nehate wergirtin ew sedema desteserkirina wî nizanin.

Biyar e îro derbixin dadgehê.

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye