Çîftyurek hat berdan

Serokê Giştî yê KKP'ê Sînan Çîftyurek ku duh hatibû girtin, îro hate berdan, lê qedexeya derketina derve li ser hatîye danîn.

 

Navenda Nûçeyan- Sînan Çîftyurek îro li Amedê derxistin pêşberî dadgehê û li gor agahîyan, dadgehê biryara berdana wî da.

Polîsan duh serê sibehê li Amedê bi ser mala Serokê Giştî yê KKPê Sînan Çîftyurek de girtibûn û ew desteser kiribûn.

Rêveberîya Partîya Komunîst a Kurdistanê îro serê sibê derbarê desteserkirina serokê partîyê Sinan Çiftyurek de daxuyanîyeke nivîskî belav kiribû û tê de dîyar kiribû, ku ew niha li nezaretxaneyê ji bo îfadedayînê hate rawestandin.

Partîya Komunîst a Kurdistanê herwiha ragihandibû, Sînan Çîftyurek ji ber axavtinên wî yên Newroza Amedê, derbarê qeyûm û êrîşa Tirkîyê bo ser Rojavayê Kurdistanê de hate desteserkirin.

KKP di daxuyanîya xwe de dibêje, tevî ku tê zanîn rewşa tendirustîyê ya Çîftyurek xirab e, lê tenê ji bo wergirtina îfadeyê heta niha jî desteserkirî ye û ew ji tendirustîya wî nîgeran in.

 

Siyaset Haberleri

Scott Bessent: Em dê bi ceza û dorpêçan dawî li desthilata Îranê bînin
Serok Barzanî Nîşana Rêzê ya Asta Bilind a Papayê Vatîkanê wergirt
Mezlûm Ebdî: Divê di Sûriyeya nû de zarok bi zimanê xwe bixwînin
Şeybanî: Ti niyeteke avakirina binkeyeke Tirkî li firokxaneya Ebû zuhûrê tune ye
Herêma Kurdistanê ji Îranê daxwaza ronîkirina êrîşan kir