Cibûrî: Wê peymana Şengalê di destpêka nîsanê de bê bicîhkirin

.

Artêşa Iraqê heya 1 ê nîsanê wext daye grûbên çekdar yên li Şengalê û wê polîsên feredral li Şengalê bicîh bibin. Li ser mijarê parêzgerê Şengalê Necîm Cibûrî bo Rûdawê ragihandiye ku heya yekê nîsanê wê peyman bicîh bibe û wê 2.500 polîs bo Şengalê bên bicîhkirin.

Necîm Cibûrî ragihandiye ku ew naxwazin rewş bigihê asata şer û pevçûnan û hukumeta Iraqê niha dixebite mijara çekdaran çareser bike û li gor derfetên budçe ya hukumetê yekîneyên polîsan ava bike da herêmê biparêzin.

Rêvebirên YBŞ ê li dijî peymana Şengalê ne û 5 mehe hevdîtinên bi xelkê cîh re û YBŞ ê re dewam dikin lê heya niha negihane ti encamekî.

Li gor rêkeftina Hewlêr û Bexdayê nabe ji bilî polîs ti hêzeka çekdar li Şengalê bimîne.

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye