CHP derbarê Sûriyê de konferansekê saz dike:PYD nehat vexwendin

Li Tirkiyê, Partiya Komarî ya Gel (CHP) ragihand ku dê Konferansa Tirkiyê saz bike û aliyên navdewletî yên girîng û hemû aliyên Sûriyeyî ‎bo konferansê tên vexwendin. Serokê Giştî yê CHPê jî dibêje, PYD û YPG û ew rêxistinên peywendiya wan ni “terorê” ve

Li Tirkiyê, Partiya Komarî ya Gel (CHP) ragihand ku dê Konferansa Tirkiyê saz bike û aliyên navdewletî yên girîng û hemû aliyên Sûriyeyî ‎bo konferansê tên vexwendin. Serokê Giştî yê CHPê jî dibêje, PYD û YPG û ew rêxistinên peywendiya wan ni “terorê” ve heye, bo wê konferansê nayên vexwandin.

 

Serokê Giştî yê CHPê, Kemal Kiliçdaroglu di hevpeyvînekê de amaje bi wê yekê kiriye ku ew wek CHPê, dê payîza ‎îsal Konferansa Tirkiyê saz bikin û hemû aliyên navdewletî yên girîng bo konferansê vexwînin. ‎

 

Kiliçdaroglu got: “Ew aliyên Sûriyeyî piştgirî yan dijayetiya siyaseta hikûmeta Sûriyê dikin, ew jî tên ‎vexwendin, ji xeynî wan rêxistinên ku peywendiya wan bi `terorê` ve heye.”‎

 

Li ser pirsa derbarê vexwendina PYD û YPGê de, Kiliçdaroglu da xuyakirin, PYD û YPG û ew rêxistinên peywendiya wan ni “terorê” ve heye, bo wê konferansê nayên vexwandin.

 

 Serokê Giştî yê CHPê got: “Ji xeynî wan, li derveyî wan, ‎berpirsekî wezareta derve ya Sûriyê dikare beşdar bibe û behsa polîtîkayên Esed bike, lê li ser heman ‎maseyê aliyê beramber jî dê hebe. Ev armanca me ye, em dixwazin civîn hevawayê civînên Cinêvê be. ‎Komeleyên koçberên Sûriyeyî hene û em wan jî vedixwînin û rewşa Sûriyê ligel hemû aliyên Sûriyeyî ‎gotûbêj dikin.”‎

 

CHP partiya sereke ya opozisyonê li Tirkiyê ye û siyasetên hikûmeta wî welatî ya derbarê Sûriyê de, ku ji aliyê AK Partiyê ve tê birêvebirin, bi tundî rexne dike.

 

Rayedarên CHPê çendîn caran daxwaz ji hikûmeta Tirkiyê û Erdogan kirine, ku siyaseta xwe ya li hember hikûmeta Sûriyê û serokê wê, Beşar Esed biguherin û bi Şamê re dest bi danûstandinê bikin.

Siyaset Haberleri

LÊKOLÎN - Zimanê Kurdî li ser tabelayan di rêza sêyem de ye
ENKS: Divê mafên Kurdan di destûra Sûriyeyê de werin misogerkirin
Koçberên ji Efrînê dilgiran in: ‘Malên me hatine dagirkirin, em nikarin vegerin’
Wezareta Derve ya Iraqê: Malîkî bibe serokwezîr, Amerîka dê sizayan li ser me bisepîne
Şêrwan Duberdanî: Li Bexdayê li dijî Kurdan pîlaneke nû tê danîn