Cezayê Zûhal Olcay hat erê kirin!

Dadgeha Bilind cezayê girtîgehê yê ji bo hunermend Zûhal Olcay hatibû dayîn, erê kir.

Dadgeha Bilind cezayê girtîgehê yê ji bo hunermend Zûhal Olcay hatibû dayîn, erê kir.  
 
11 meh û 20 roj cezayê girtîgehê yê ji bo hunermend Zûhal Olcay a bi îdîaya di 5’ê Tebaxa 2016’an de li cihekê Kadikoy di dema staran digot de, bi liv û tevgera destên xwe heqaret li Serokkomar Tayyîp Erdogan kiriye hatibû dayîn, ji aliyê 16’emîn Daîreya Ceza ya Dadgeha Bilind ve hat erêkirin. 
 
Di encama îxbarekê de, derbarê hunermend Zûhal Olcaya de doz li 46’emîn Dadgeha Cezayê Aslî ya Stenbolê hat vekirin û bi îdîaya “Heqaret li Serokkomariyê kirin” 10 meh cezayê girtîgehê lê hat birin. Piştre 2’yemîn Daîreya Ceza ya Dadgeha Edlî ya Herêma Stenbolê, ev ceza derxist 11 û 20 roj cezayê girtîgehê. 
 
Dûre parêzerên Erdogan biryara cezayê girtîgehê yê 11 meh û 20 rojan, temyiz kiribûn. 
 
 

JIN Haberleri

Li Amedê 14 jin hatin desteserkirin
Mêran di meha Sibatê de 22 jin kuştine
Mesrûr Barzanî li ser qetilkirina Şinyar Huner: Ti şerefek di jinkuştinê de nîne
Dosyeya “tecawiz û îşkenceyê” ya Garîbe Gezerê bê encam maye
Holanda: Siyasetmedara Kurd bû Wezîra Dad û Ewlehiyê