Cezayê fermandarê berê yê Istixbarata Sûriyê diyar bû

.

Dadgehkirina fermandarekî berê yên Istixbarata Sûriyê yê bi nave Enwer Rislan, li dadgeha navçeya Koblenz a Almanyayê birêve çû û cezayê heta hetayê li wî fermandarî hat birîn.

`Gelek kesên mîna Enwer hene`

Enwer Rislan berê serokê Şaxê Dûma ya ser bi Istixbarata Ewlekariya Dewletê yan `Emin El-Dewlê` bû, ku bi Şaxê 251 tê naskirin, bi tohmeta îşkencekirin û kuştina zindaniyên opozisyonê tê tohmetbarkirin.

Fîras ku yek ji wan kesan e hatiye îşkencekirin, dibêje, “Gelek kesên mîna Enwer hene ku li Ewropa akincî ne dixwazin ji ber wan kiryarên ku wan kirine ji dadgehê birevin, ew a ku îro Enwer kir belge ye li ser wê yekê u dixwazin ji dadmendiyê birevin ditirsin û xwe digehînin cihên din, lê belê emê li pey wan bigerin heya ku dadmendî cihê xwe bigire.”

Îşkencekirina zêdetirî 4 hezar girtiyan

Li gorî dadgehê Rislan bi awayekî sîstematîk çavdêriya îşkencekirina bêhtir ji 4 hezar girtiyên Sûrî kiriye di navbera Nîsana 2011an û Îlona 2012an de û di encam de hejmareke zêde ya wan kesan di bin îşkenceyê de hatin kuştin, lewra dadgehê biryara zindanîkirina heta hetayê li dijî wî da.

Cumana Seyf, Çalakvana Mafên Mirov, dibêje, “Biryara dadgehê baş bû, hêvîdar im bi dilê qurbaniyan be, bi nerîna min ew dê bibe bingeheke bihêz ji bo kar û dadmendiyê di siberojê de, lê dive hîn gavên zêde di vî warî de bên avêtin.”

Parêzerekê ew nas kir

Rislan di 2012an de cûda bibû û 2014an gihiştibû Almanyayê û herwiha ji polîsên Almanî re gortibû ku ew berê fermandarekî ji hêzên Sûriyê bûye, herwiha daxwaz kiribû bê parastin.

Lê rojekê li koleneke Berlîna Almanyayê parêzerê Sûrî Enwer El-Bunî ew dîtibû û nas kiribû piştre li dadgehê doz li dijî wî vekiribû.

Rojhilta Navîn Haberleri

Tirkiye | Di meha dawî de 16 hezar Sûriyeyî hatin dersînorkirin
Parlementoya Ewrûpayê ‘qanûna li hemberê şiddeta ser jinê’ qebûl kir
Baregeha Heşdî Şebiyê hatibû bombebarankirin: CENTCOMê daxuyanî da
Îran piştî Jîna Emîniyê dîsa qedexeyê tund dike
Pentagon Em daxwaz ji Kongressê dikin bûdceya sîstema berevaniya asmanî ji Herêma Kurdistanê re pesend bike