Cezayê bi salek û 5 mehî ji Baydemîrî rê hate birrîn

Dadgeha Herêmî ya Dîlokê cezayê zîndankirinê yê Parlamenterê HDPê Osman Baydemir pejirand.

Dadgeha Cezayê Giran a Amedê, bi tohmeta ku bêrêzî li polîsê Tirkiyeyê kiriye, salek û 5 meh cezayê zîndankirinê dabû parlamenterê HDPê Osman Baydemir.

Li Dadgeha Dîlokê doza Baydemir îro hat dîtin. Baydemîr û parêzerên xwe beşdarî rûniştina dozê nebûn. Dadgeha Herêmî biryara dadgeha Amedê de cih de dît û cezayê salek û 5 mehan pejirand.

Heke Dadgeha Bilind jî biryarê bipejirînê û biryar di parlamentoya Tirkiyê de bê xwendin, parlamentertiya Baydemir bidawî dibe.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin