Li gundê Hirik a girêdayî Wêranşarê, ekîbên DEPSAŞ’ê bi eskeran re ceyrana cotkaran birîn.
Şirketa Anonîm a Ceyranê ya Dîcle (DEPSAŞ) bi eskeran re ceyrana gundê Hirik a girêdayî navçeya Wêranşar a Rihayê, bi hinceya deynê xwe nadin birî. Piştî birîna ceyranê nêzî hezar donim çandiniya gundiyan bê av man. Malbata Eyyup Mûtlû ya li gund dimîne, diyar kir ku ji ber birîna ceyranê, ziviyên wan hişk dibin.
Mûtlû, da zanîn ku ew bi fikarin ku hilberîna wan bi kedeke mezin çandiniye tune bibe û wiha got: “Kes alîkariya me cotkaran nake. Dibin sedema hişkbûna zeviyên me. Êdî em nizanin emê çêbikin.”
Kurdistan Haberleri
PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye