Cêwiyên heft mehî digel diya xwe ev du meh e di girtîgehê de ne

Filiz Karaoglan, ev 2 meh e, digel cêwiyên xwe yên 7 mehî, di girtîgehê de ne. Ji ber ku beşdarî civîneke çapemeniyê, 4 sal û 2 meh cezaya zîndanîkirinê dane Karaoglanê û di Tîpa L ya Girtîgeha Patnosê de ye.

Filiz Karaoglan, li Gîhadîna girêdayî Agiriyê, di sala 2015an de beşdarî civîneke çapemeniyê bûbû û li ser vê yekê, bi îdiaya ku bûye 'mertala zindî', bi tohmeta kiryara terorîstî, hat darizandin û 4 sal û 2 meh cezaya zîndanî kirinê dane wê.

Bi boneya ducanîbûnê parêzerên wê du caran daxwaza taloqkirina cezaya wê kirin bes bi hinceta ku mohleta cezaya wê qediyaye, ceza hat sepandin û aniha Filiz Karaoglan, digel cêwîkên xwe yên 7 mehî di Tîpa L ya Girtîgeha Patnosê de ye. Karaoglan û cêwîkên wê, di jura bi 15 kesan dimîne û cihê cêwîkên wê bi taybet jî tune ye.

Parêzer Mahmut Kaçan jî got, ew ê daxwaz bikin ku sepandina cezaya wê bê sekinandin û Komeleya Civaka Sivîl a Di Sîstema Sepandina Cezayê, digel rêxistinên li qadê kar dikin, amadehiyan dikin ku bi şexsê Filiz Karaoglanê, bo hemû dayîkên bi zarên xwe re zîndanîkirî, daxuyaniyê bidin.

CÎHAN Haberleri

Lavrov: Rêkeftina Îdlibê bi temamî nehat bicihkirin
Kurd li ser guherîna navê Sûriyê rijd in
Awûsturyayê hêmaya 'gurê boz' qedexe kir
Zaxarova: Peymanên me bi Tirkiye re, heta hetayê berdewam nabin!
Trump: Xaka DAIŞê ji sedî 100 hat kontirol kirin