Cewad Zerîf ji Blinken daxwaz kir zextên Trump ên li ser Îranê jibîr neke  

.

Wezîrê Derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf, bi peyamekê bersiva Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken da û daxwaz kir, zextên Trump ên li ser Îranê jibîr neke.

Mihemed Cewad Zerîf li ser hesabê xwe yê Twitterê bersiva Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken da û jê daxwaz kir, ku rastiyan bibîne.

Zerîf daye zanîn, Amerîka rêkeftina atomî binpê kiriye û rê li ber hawirdekirina derman û xurekan bo Îranê, girtiye.

Wezîrê Derve yê Îranê ji Antony Blinken daxwaz kir, ku ew pêngava yekem biavêjin û zextên Trump ên li ser Îranê jibîr nekin.

Wezîrê Derve yê Amerîkayê jî, berî niha mercê wî ji bo Îranê ew bû ku berî behsa vegera Amerîkayê bo nav rêkeftina atomî were kirin, divê Îran pabend,diyên xwe yên bi wê rêkeftinê cîbicî bike.


 

Kurdistan Haberleri

Cezayê sêdaredanê bo Wesîm Esed hat derxistin
Zêrkerên Amedê li hemberî êriş û diziyan rabûn ser pêyan
PWK: Em êrîşa terorî ya li ser ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê şermezar dikin
Li Silêmaniyê agir bi depoyeke sotemeniyê ket: 20 kes birîndar bûn
Li Kerkûkê droneke nenas hat xistin