CENTROM û HSDê li hev civiyan

Fermandarê Hêzên Navendî yên Amerîkayê (CENTCOM) Joseph Votel bi fermandarên hêzên koalîsyonê re di çerçoveya operasyona li Dêra Zorê ya li dijî DAIŞê de bi fermandarên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) re hevdîtin pêk anîn

Fermandarên amerîkî yên koalîsyona têkoşîna li dijî DAIŞê piştî operasyona Tirkiyeyê ya li dijî Efrînê cara ewil bi fermandarê HSDê re hevdîtin pêk anîn.

Hate diyarkirin ku di civînê de operasyona li Dêra Zorê ya li dijî DAIŞê ku di 1ê Gulanê de hat destpêkirin, hatiye axaftin.

Herwiha wêneyên civînê jî li ser hesabên koalîsyonê hatin weşandin.

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ragihand ku hemû herêmên li rojhilatê Firatê ya li çoltera Dêra Zorê yên di bin kontrola rêxistina terorîst a DAIŞê de hatine dorpêçkirin.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin