Cenêva 8emîn jî bi ser neket!

Ji 8emîn Civîna Sûriyê ya Cenêvê dîsa tu encam derneket. Nûnerê Taybet ê Suriyê yê Neteweyên Yekbûyî Staffan De Mistura daxuyand ku 8emîn Civîna Cenêvê ya bi navê 'Li Sûriyê Aştî' bi ser neket.

Li gor nûçeya DWyê, De Mistura ragihand ku hevdîtinên dualî pê hatine bes muzakereyeke jidij ava nebûye got 'min nedît di van hevdîtinan de Hikûmeta Sûriyê li rêya diyalog û muzakereyê bigere.

De Mistura da zanîn komên muxelîf hewl didan bes nûnerên Hikûmeta Sûriyê tenê dixwestin di derbarê 'terorîzmê' de biaxivin.

Berdevkê Lijneya Sûriyê Beşar El Cefarî jî, bi pêşemercên wekî 'îstîfaya Esadî'  komên muxalif bi sabotekirina hevdîtinan sûcdar kir. El Cefarî De Misturayî jî bi têkbirina rola lihevanînê ya NY sûcdar kir.

 

 

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin