Çend gundên stratejîk ketin bin kontrola Hêzên pêşmerge

Hêzên Pêşmerge vê şeveqê di bin fermandariya serokê Herêmê Mesûd Barzanî de dest bi operaszoneke berfireh kir.

Operasyona kontrolkirina çend gundên Mexmûr û guverê vê şeveqê bi fermandariya serokê Herêma Kurdistanê, Mesûd Barzanî dest pê kir û bi kontrolkirina heşt gundan gihaşte aramanca xwe ya pêşî.

Li gora agahiyan Hêzên Pêşmerge vê şeveqê bi hazirî û fermandariya Mesûd Barzanî û ji bo bidestxistina hin gundên ji aliyê stratejîk ve girîng, ji destê DAÎŞê derxîne, dest bi operasyoneke berfireh kir. Tê ragihandin ku hêzên DAÎŞê nikarin zêde diber xwe bidin, kuştî û birîndarên xw eli paş xwe dihêlin û ji gundên dora Mûsilê reviyane û dor heşt gund bi temamî ketine bin kontrola Hêzên Pêşmerge.

Agahî ev e ku di vê operasyonê de  hêj şer û pêvçûn dom dikin û heta niha 120 çekdarên DAÎşê hatine kuştin.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin