M. Baran BOSKAN
Her dewlet pêwistî dibînin ku di gelek waran de avayîyên nîvfermî û nefermî yên lêkolînên cûrbicûr bidin avakirin yan jî rê li ber wan xweş bikin da ku ji derveyî rêyên fermi jî zanyarî, pêşbînî û şîretan bicivînin. Herweha di karên dewletê de ji wan lêkolînan sûd werbigirin.
Bêguman avayîyên weha di çi astê de û di çi beşên lêgerîn û lêkolînan de dibin bira bibin, sererast yan jî nesererast be, li gora hêvî û pêdivîyên wê dewletê tevdigerin, lêkolîn û şîretên xwe dixin bin xizmeta wê dewletê. Ji ber vê jî çend serbixwe xwanêbin yan jî çend serbixwe tevbigerin jî heta radeyekê bi polîtîka û serwerîya wê dewletê ve girêdayî ne. Îstîsnayên wê gelek kêm in; ger hebin jî ne xwedîyê jîyanek demdirêj in.
Foruma MERI (Middle East Research Institute / Enstîtuya Lêkolînan a Rojhilata Navîn) jî di 18 Gulan 2014 an de di bin serokayetîya Prof. Dr. Dîlawer Aladîn de ji alîyê tîmeke akademîsyen ve wek sazîyek serbixwe û akademîk, li Hewlêr a paytexta Herêma Kurdistanê hatîye avakirin.
Armanca bingehîn a MERI û Foruma wê ew e ku beşdarî di proseya dewletbûn, avakirina saziyan û demokratîzebûna Rojhilata Navîn de bike.
Yek ji armancên vê sazîyê jî lêkolînên akademîk, serbixwe û objektîf, li ser pirsên siyasî, aborî û civakî bike. Herweha pêşxistina mafên komên sivîl, kêmnetewe û jinan di civakê de, û piştevaniya aştî û diyaloga aloziyan û hwd. Li Kurdistanê, Iraqê û herêmê.
Yek jê jî di proseyên dewletbûnê de; avakirina sazîyan û demokratîzebûna Rojhilata navîn de lêkolînan bike
Foruma MERI ji bona pêkhanîna armancên xwe, her sal li Hewlêrê, bi beşdarîkirina konsolosên dewletan, nûnerên dewletan, akademîsyenan, berpisên partî û rêxistinên Kurdistanê û yên herêmên formên 2-3 rojî amade dike.
Gelek vekirî û berbiçav e ku; li herêma Rojhilata navîn, di warê sîyasî, aborî, şer, aşitî, aramî û hemî kêşeyan de Kurdistan, pirsa miletê kurd di navenda wan de cî digire. Lê balkêş e ku vê foruma MERI, lêkolîner û akademîk di formên xwe de, Kurdistana perçebûyî partî û rêxistinên perçeyên Kurdistanê, li gora pêdivîyê cîh û rûmet nade wan. Navenda kêşeya Rojhilata Navîn Kurdistana perçebûyî ye, lê di lêkolîn û gengeşeyan de alîyên Kurdistanî li gora pêwistîyan li ber çav nayê girtin. Ev çi ji ber tirsa dewletên diktator û dagirker be, yan jî ji mêla polîtîkaya herêmê be, ji bona xebatên akademîk û serbixwe kêmasîyek mezin e ku nayê pinekirin.
Şer, kuştin, talan, wêranî tevayîya dek û dolaban, li ser Kurdistanê û miletê kurd tê kirin; lê di qada gengeşe û lênêrînên çareserîyan de, bêyî dengên alîyên kurdan, nabe kiryarek akademîk serbixwe bê dîtin û binavkirin.
Di gengeşe û lêkolînên ser Rojhilata Navîn de, bêyî beşdarîya partîyên Kurdistanê yên herçar perçeyan, cîyê şerm û daxê ye.
Mixabin Foruma MERI ya 2026 an jî, vê kêmasîya xwe dîsa dubare kir. Ez vê helwesta nelirê kêmasîyek mezin dizanim, şermezar dikim.
15-10-2026
Merd Baran Boskan