ÇEND DÎMENÊN JI ROJAVAYÎ WELATÊ ME

Nuri Aldur

Berî bi çendekê peymanek di navbeyna Rêveberîya xweser ya li Rojava û hûkûmeta Şamê da hata îmzakirin. Vê peymanê û rewşa piştî wê, dilşekistinek anjî xemgînîyek fereh di nav rojavayîyan û kurdên parçêndin yên Kurdistanê de (ez bi xwe jî di nav de) çêkir.                  

Helbet emê nikaribin vê bawerîyê bi awakî ilmî pêşkêş bikin anjî îspat bikin ku waye, ji ber ku di destênmede ti statistîk û prognos nînin. Lê emê bikarin çend dîmenan/resim anjî dengan darîçav bikin, da hingî merov bikarê wek analîzek anjî wek bawerîyek bo xwendevanan îzah bike ye, ku çima vê peymana entegresyonê xemgînîyek belav kirîye  - belkî wê demê gelek kes li vê analîzê xwedî derkevin û qabûl bikine:

Dîmen 1 : keçeke 14-15 sali di xwepêşandanekêde, di destê wê de nivîseke weha hebû; ”em dev ji zimanê xwe bernadin” û wê eve bi dev jî bi awakî serbilind digot - li di heman demêde ew bi dilşewatîyeke zahmet digirî û serê xwe dixiste nav destên xwe de. Vê keça delal zahmetî û bêhêvîtîya xwe hişkere dikir.

Dîmen 2 : rojnamevan ji şervanekî bi sîlah ku li nêzîkî pîqaba leşkerî bû dipirsî ku ma ewên vêce nemênin/wê xwe fesh bikin, lê vî şervanî bi dengekî nizm, rûyekî zer û kelogirî digot na,  ewê fesh nebin/têk neçin û ewder Kurdistana; lê wa dîyarbû ku wî bixwe jî hêvîyên xwe kêm kiribûn û optimîzm li wir hîç xwîya ne dikir.

Dîmen 3 : Jin û mêrekî navser/salmezinbûn, di destên wan de bîdonên mazotê hebûn; gilî û gazin dikirin ku pêwîstîya wan û xizmekî wan bi hinek mazotê heye, lê ew peyde nakin û rewşa wan gelek xerabûyîye.

Û di internetêde dîmen û dengên şepirzetîya kes û gel bi sedanin,  bi hezaranin; lê çend deng û reng jî nîşaneke ku rewşa cih û war karê bidê dîyarkirine.

Erê çima anjî çilo rewş hema wilo bi derbekê xerabû û bê şik sebebên vê; wê ne yek û didobin. Politîka, ekonomî, tirsa dewleta tirk, taxmînên ku wê Rêveberî tenha/îzole bimênê û her wekîdin. Ji sedî sed sebebnedin jî wê hebin ku em yên ne di nav rêveberîyedene nizanin û emê  belkî  hîç nizanibin jî.

Eve 14-15 salbûn ku Rojava hema bêje wek fedaralîbû/otonombû û vê awantajê xweserîyek/serbestîyek dabû rojavayîyan; bîlhesa di rewşa zimanê kurdîde, perwerdebûna zarok, xort û hemû sewîyên xwendevantîyêde(ûnîwersîte jî di nav de) pêşketinên mezin û dereceyên hêja û bi qîmet jî hatibûna afirandin û dibê ku evan qezencanbin û tirsa ku ewên ji destçûn/hûndabin dilşikestî û xemgînîyeke(ku wek trauma ya) mezin, zor û zahmet di nav kurdên dilsoz û welatparêzde çêkir û hişt.     

Û vê netîcê(peymana entegresyonê) psîkolojîyeke weha ji bo milyonan kurdan çêkir ku ew gotina pêşîyênme anî bîrame û ewe gotinjî tam li gor rewşa Rojava ya îroje:

” JI HESPÊ PEYABÛ Û LI KERÊ SIWARBÛ”.

Ha divêt ez vê jî bibêjim; ku ne ji zûdeye (berî bi dû-sê hefteyan); ku di hevpeyvîneke ku bi rêz Mazlûm Abdîre(bi Dilbixwîn Dara re) hatîya kirinde pirs jê têt kirin ku ma ew di van demên dawîde di politîkaya rojanede hîç karekî ku poşîmanbûyîya kirîye bû û bersiva camêr bi rastî ez hem şaş kirim, lê bi piranî ez dilxweş û bi hêvî kirim.  Ji ber ku camêr weha digot:

” erê poşmanî li cem min heye, ku ez carna weha difikirim; ku ez dibê eger me hinekedin tekoşîn bikira, belkî me hinek qezencên me yên din hûnda nekiribana”.

Eve rexneke mezin û cidîye, lê cesareteke medenî û camêrtîyê ye jî. Li gor bawerîyamin, di tarîxa politîka kurd û Kurdistan de(ne xasim di rewşeke wilo leşkerî û hesas de) xwe rexnekirinên bi vî awayî kêmin û belkî jî hîç nînin.

Nuri Aldur