Cenazeyên 7 Kurdên li Konyayê hatin qetilkirin bi axê spartin

.

Termên her 7 endamên malbata Kurd a ku li Konyayê hatibûn qetilkirin, her li wî bajarî bi axê hatin spartin.

Termên her 7 endamên malbata Kurd a ku li Konyayê duh hatibûn qetilkirin, îro Şemiyê 31ê Tîrmeha 2021ê li heman bajarê bi merasîmekê spartin axê.

Malbata Dedeogullari, ji bajarê Qersê ne û 24 sal beriya niha koçî bajarê Konyayê yê anatolyaya navîn kirine û li wir jiyana xwe didomandin. Doh êvarê, ew malbat rastî êrîşekî din a hovane hat û vê carê her 7 endamên wê malbatê destpêkê bi çekê hatin kuştin, piştre jî bi benzînê tevî mala wan hatin şewitandin. Li gorî lêkolînên destpêkê, endamên wê malbatê bi 19 guleyan hatine kuştin ku gule li serên wan dane.

Malbata Dedeogullari roja 12ê Gulana îsal rastî êrîşekî 60 kesên nijadperest hatibû û bi dijwarî li wan dabûn û ji wan re gotibûn ku ewê koka wan biqelînin. Li ser wê êrîşê 7 kes hatibûn girtin, piştî proseya dadgehê 5 jê hatibûn azadkirin û hîn jî du kes girtî ne.

Piştî wê êrîşê tîmekî Rûdawê serdana wê malbatê kiribû û rewşa wan şopandibû. Ev jî axaftinên wê demê yên Yaşar Dedeogullari ne ku bixwe serpereştê wê malbatê ye û behsa êrîşên nijadperest ên li dijî malbata xwe ji Rûdawê re kiribûn.

Yaşar Dedeogullari, welatiyê qurbaniyê êrîşa nijadperest, dibêje, “Şeva Qedrê jî êrişî me kirin, şeva Cejna jî nêzikî 50-60 kesî xwe li pişt çadiran veşartibûn û gotin, `hûn Kurd in, em ulkucu ne, em dê we ji vir rakin.”

Kurdistan Haberleri

Îranê ji Interpolê xwest ku 60 serkirdeyên ji Rojhilatê Kurdistanê radest bikin
Zîrek Kemal: Divê parlamen bê çalakkirin û kabîneya nû bê avakirin
Li Îraqê operasyona gendeliyê didome, 14 parlamenter hatin desteserkirin
Şoriş Îsmaîl: Ji sedî 95ê reformên Wezareta Pêşmergeyan qediyan
PWK Şaxa Batmanê di salvegera 101emîn de Şêx Seîd û hevalên wî bibîranîn