Cenazeyê Prof. Dr. Kadrî Yildirim dê li Amedê bê veşartin

.

Zimanzan, dîroknas û nivîskar Prof. Dr. Kadrî Yildirim roja 23’yê adarê xwîn çûbû ser mêjiyê wî û li nexweşxaneyeke Amedê, li beşa lênêrîna awarte dihat dermankirin. Yildirim duh berê êvarê li nexweşxaneya lê dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da.

Hat ragihandin ku 10 sal berê jî xwîn çûye ser mêjiyê Prof. Dr. Kadrî Yildirim. Yildirim di kanûna 2020’î de jî bi şewba Kovîd-19’ê ketibû û demeke dirêj li nexweşxaneyê hatibû dermankirin.

Gelek partî, sazî û kesayetan ji bo Yildirim peyamên sersaxiyê weşandin û xemginiya xwe anîn ziman. Hat diyarkirin ku ji duh êvarê ve cenazeyê Prof. Dr. Kadrî Yildirim li goristina Yenîkoyê tê sekinandin û îro danê nîvro piştî pêwîstiyên olî, wê li goristanê bê veşartin.  

Prof. Dr. Kadrî Yildirim kî ye?

Prof. Dr. Kadrî Yildirim 5’ê sibata 1959’an li navçeya Licê yê Amedê hatiye dinyayê.

Prof. Dr. Kadrî Yildirim Li Zanîngeha Haranê ya Rihayê Fakulteya Îlahiyatê qedandiye. Li Zanîngeha Dîcleyê ya Amedê û Zanîngeha Artûklûyê ya Mêrdînê mamostetî kiriye. Her wiha li zanîngeha Artûklûyê cîgiriya rektor û koordînatortiya Beşa Ziman û Çanda Kurdî ji kiriye.

Yildirim li ser ziman, wêje, çanda kurdî 14 pirtûk nivîsandine û ji xeynî kurdî bi zimanên erebî, tirkî, farisî û îngilizî dizanibû.

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye