Cenazeyê Murat Yildiz li Dêrsimê hat veşartin

.

Cenazeyê Mûrat Yildiz ê li navçeya Pulurê di êrişeke hewayî de jiyana xwe ji dest dabû, di bin dorpêça eskeran de hat veşartin. 

Mûrat Yildiz (28) ê ji gundê Kilmer a girêdayî navçeya Pulur a Dersimê ji bo ku biçe zozanan û ji sewalên xwe re cih çêbike, di 7’ê gulanê de bi wesayîta xwe diçe zozanên gundê Agaçpinar û li çoltera gundê Aşkirikê di encama êrşa hewayî ya Hêzên Çekdarên Tirk (TSK) de jiyana xwe ji dest dabû. Malbata Yildiz, cenazeyê lawê xwe duh ji Saziya Tiba Edlî ya Meletiyê wergirtibû. Malbatê cenazeyê ku piştî 20 rojan wergirt anî Mala Cemê ya Pulurê. 

Murat Yildiz li Gundê Kilmerê yê ser bi qeza Pilurê ya Dersima Bakurê Kurdistanê, bi mebesta ku cihekî ji pezê re xwe re çê bike, bi otomobîla xwe bi 4 kesên din re çûbû zozanê gundê Xaçkirek, lê li wê deverê dibe armanca êrişeke firokeyên artêşa Tirkiyê û canê xwe ji dest dide.

Malbata Murat Yildiz, piştî 14 rojan cenazeyê wî ji Saziya Pizîşkiya Dadê ya Meletiyê wergirt. Piştî merasîma li Cemxaneya Pulurê di kontrola ewlekariya leşkeran de ji gund ber bi goristanê ve hate birin.

Hêzên ewlekariyê gelek astengî çêkirin da ku merasîma veşartinê bi awayekî girseyî birêve neçe. Hêzên ewlekariyê rêyên sereke yên wê navçeyê girtin û ji bilî malbata Murat Yildiz rê nedan ti kesekê ku biçin goristanê.

Beşdarbûna merasîmê ya Serokê Şaredariya Dêrsim Mehmet Fatih Maçoglu û welatiyan ji aliyê hêzên cendermeyan bi hinceta rênimayên Coronayê ve hate astengkirin.

Cenazeyê Yildiz, bi merasîma ku tenê ferdên malbatê tevlîbûn, di bin dorpêça eskeran de hat veşartin. 

Kurdistan Haberleri

Îranê ji Interpolê xwest ku 60 serkirdeyên ji Rojhilatê Kurdistanê radest bikin
Zîrek Kemal: Divê parlamen bê çalakkirin û kabîneya nû bê avakirin
Li Îraqê operasyona gendeliyê didome, 14 parlamenter hatin desteserkirin
Şoriş Îsmaîl: Ji sedî 95ê reformên Wezareta Pêşmergeyan qediyan
PWK Şaxa Batmanê di salvegera 101emîn de Şêx Seîd û hevalên wî bibîranîn