Cenazeyê kolberê bi îşkenceyê hatibû kuştin radestî Îranê hat kirin

.

Cenazeyê kolber Hesen Keçelano yê ku eskerên tirk ew sax girtibûn û bi îşkenceyê qetil kiribûn, radestî Îranê hat kirin. 
 
Behnam Samadî (17) û bavê 5 zarokan Hesen Keçelano (44) yên li ser sînorên Wan û Îranê kolberî dikirin, eskeran di 14’ê nîsanê de li Gundê Şexsicih yê navçeya Ebexa Wanê binçavkiribûn û biribûn qereqolê. Eskeran li qereqolê heqaret û îşkence li her du kolberan kiribûn.

Pişt re Hesen Keçelano yê ku eskeran biribûn danîbûn ser sînor, ji ber îşkenceya ku lê hatibû kirin jiyana xwe ji dest dabû.  Piştî ku eskerên Îranê cenazeyê Hesen Keçelano yê bi saetan li ser sînor mabû negirtibûn, eskerên tirk cenaze girtibûn û ji bo otopsiyê biribûn Saziya Tiba Edlî (ATK) ya Wanê. 
 
LÊPIRSÎN BERDEWAM DIKE

 
Li ser serlêdana fermî ya Îranê cenazeyê Keçelano piştî otopsiyê di 27’ê nîsanê de ji Îranê re hatibû şandin û Îranê cenaze radestî malbatê kir. Têkildarî buyerê bi sûcdariya “bi zanebûn kuştinê” lêpirsîn hatibû destpêkirin. Di çarçoveya lêpirsînê de îfadeya 3 eskeran hat wergirtin. Behnam Samadî ku îşkenceyeke giran lê hatibû kirin, di hevpeyvîna ku dabû ajansa me de gotibû ku bi dehan eskeran îşkence li wî kiriye.


 

Kurdistan Haberleri

DI 10 XALAN DE PARTÎYA WELATPARÊZÊN KURDISTANÊ (PWK)
ALMANYA - Şevbihêrka helbestên Kurdî - Almanî tê lidarxistin
Hawara Kurdên Anatolyaya Navîn: Li Enqereyê Gundekî Kurdan
Mesrûr Barzanî: Projeya me ya Rêya Geşepêdanê ji ya Bexdayê sûdwertir e
Efrîn di bin dagîrkeriyê de (287)