Cenazeyê Kinyazê Îbrahîm Mîrzoyêv bi Ala Kurdistanê hat rakirin û li Almatayê hat veşartin

.

Cenazeyê Serokê Federasyona Navneteweyî ya Diyasporaya Kurdan (FNDK) û Serokê Yekîtiya Kurdên Qazaxistanê Prof. Kinyaz Îbrahîm Mîrzoyêv doh 8ê Tebaxê li Almata ya Qazaxistanê ji ber koronayê wefat kiribû, îro Duşemê bi Ala Kurdistanê û merasîmekê hat rakirin û li goristaneke Kurdan a li nêzîkî bajarê Almata ya Qazaxistanê hat veşartin.

Malbat, kesûkar û hevalên Kinyazê Îbrahîm Mîrzoyêv tevî kesayetiyên Kurd ên Qazaxistanê li ber mala Prof. Kinyaz kom bûn û bi merasimekê cara dawî xatir jê xwestin.

Di merasimê de, Ala Kurdistanê li ser tabûta termê Kinyazê Îbrahîm Mîrzoyêv hatibû danîn û piştî merasîma li ber mala wî, li goristana Kurdan a li gundê Aşibulaxê li nêzî Almatayê hat veşartin.

Hat ragihandin ku wê şîniya Prof. Dr. Kînyazê Îbrahîmê Mîrzoyêv roja înê 13ê Tebaxê bê lidarxistin.

Serokê Federasyona Navneteweyî ya Diyasporaya Kurdan (FNDK) û Serokê Yekîtiya Kurdên Qazaxistanê Prof. Kinyaz Îbrahîm Mîrzoyev doh 8ê Tebaxa 2021 li bajarê Almata yê Qazaxistanê di 74 saliya xwe de koça dawî kiribû.

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye