Cenazeyê Dr. Seîd dişînin Kurdistanê

Cenazeyê Dr. Seîd dişînin Kurdistanê

Cenazeyê şehîd Dr. Seîd Çurukkaya jo bo Kurdistana Başûr tê şandin.

Li gorî agahiya malbata wî, di 5.11.2016an li bajarê Bremenê merasimek tê lidarxsitin û eger  dozgerî destûra neqla cenaze bide, wê rojê ne d rojekê dinê wê bi balafireke taybet cenazeyê Dr. Seîd ber bi Hewlêrê birêkeve.

Li aliyê dinê taziyeya Dr. Seîd dom dike û rojane bi sedan Kurdên ji her çar parçeyên Kurdistanê diçin taziya malbata wî. Doh roja sêşemê nûnerê hukumeta Herêma Kurdistanê Dilşad Barzanî jî bi şandeyek qeleblix beşdarî taziyê bû ji malbatê re sersaxî xwest.

Herweha ji Kurdistan Başûr jî tê ragihandin ku dê li wê merasimeke girseyî bê amadekirin û ku Tirkiye rê bide wê Dr. Sed li gundê xwe Çilkaniyê li kêleka her du birayên xwe yên şehîd bê veşartin.

Dem û navnîşana merasima li Bremenê:

05.11.2016

saet:12:00

Waller Heer Str. 165

28219 Bremen.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin