Cenazeyê dîroknasê Kurd Prof. Dr. Kemal Mezher gihîşt Kurdistanê  

.

Cenazeyê nivîskar û dîroknasê Kurd Prof. Dr. Kemal Mezher, ji Almanyayê bo Herêma Kurdistanê hat veguhestin û do bi şev gihîşt Balafirgeha Navdewletî ya Hewlêrê. Cenaze, ji aliyê Parêzgarê Hewlêrê Omêd Xoşnaw, Wezîrê Rewşenbîrî û Ciwanan Hemeyê Heme Seîd û hejmarek ji rayedar û malbata wî, hat pêşwazîkirin.

Biryar e, îro roja Çarşemê 24ê Adara 2021ê, bi amadebûna Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û hejmarek ji rayedarên payebilind ên Herêma Kurdistanê, di merasîmeke taybet û şayeste de pêşwaziya fermî li cenazeyê nivîskar û dîroknas Dr. Kemal Mezher bikin û pişt re ber bi bajarê Silêmaniyê, bo cihê dawî yê aramgeha wî ya li Girê Seywan bi rê bikin.

Prof. Dr. Kemal Mezher Ehmed, dîroknasê navdar ê Kurd, roja 16ê Adara 2021ê, li nexweşxaneyeke bajarê Bonnê yê Almanyayê koça dawî kiribû.

Prof. Dr. Kemal Mezher Ehmed, di sala 1937an li gundê Axceler a ser bi bajarê Kerkûkê ji dayik bûye û di sala 1955an de, qonaxa amadehiyê qedandiye. Sala 1959an li zankoya Bexdayê, lisansa dîrokê wergirtiye û di 1969an jî li Rûsyaya Sowyet, doktora dîrokê wergirtiye. Heta niha derbarê dîrokê û dîroka Kurdan de, bi dehan kitêb nivîsîne.


 

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye