Cenazeyê Cîhgirê Serokê Giştî yê PAKê Feyyaz Ekmen Li Kercewsê Hate Veşartin

.

Cenazeyê Cîhgirê Serokê Giştî yê PAKê hevalê me Feyyaz Ekmen îro(04.05.2021) li  Kercewsê ya Nevçeya Batmanê(Êlih) hate veşartin.


Cenazeyê hevalê me Feyyaz Ekmen di seet: 09.45ê de gihîşte Balafirgeha Batmanê.

Li gel qedexeyên Covîd-19ê jî girseyeke gelek mezin li Balafirgeha Batmanê pêşewazîya cenazeyê hevalê me Feyyaz Ekmen kir.

Cenazeyê hevalê me Feyyaz Ekmen, bi konvoyeke mezin ya trêmbêlan gihîşte cîh û warê bav û kalan, gihîşte Kercewsê.

Ewil cenazeyê hevalê me Feyyaz Ekmen gihîşt mala wan a li Kercewsê. Paşê  girseyê cenaze ji malê girtin û birin mezelê navçeyê.

Piştî cenaze hate veşartin telqîn a dînî hate xwendin.

Piştî telqînê li gori wasîyeta Kek Feyyaz Ekmen , endamê Komîteya Birever a Navendî a PAKê Orhan Kaya ax û kulîlkeke ku ji Başurê Kurdistanê anîbû li ser mezelê kek Feyyaz Ekmen reşand û kulik lê çand.

Mezelê kek Feyyaz Ekmen bi Alaya Kurdistanê hate pêçan.

Paşê endamê Meclîsa PAKê Eyüp Alacabey mesaja Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Özçelik xwend û di derbarê xebat û hevaltîya xwe ya 50 salî ya bi kek Feyyaz Ekmen re axaftinek kir , behsa kesayet û xisûsîyeta  welatperwerane ya Kek Feyyaz Ekmen kir.

Ji ber qedexeyên Covîd-19ê Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Özçelik û rêveber û endam û alîgirên PAKê, welatperwerên Kurdistanê û aqreba, nas û dos û hezkirîyên kek Feyya Ekmen mixabin nikarîbûn beşdarî  merasîma veşartina cenazeyê wî bibin.

Lê dîsa jî girseyeke mezin ji malbat û aqrebe û nas û dostên kek Feyyaz Ekmen ,  hinek rêveberên PAKê û welatperên Kurd beşdarî  veşartina cenazeyê bûn.

Endamê Komîteya Birever a PAKê Orhan Kaya û endamên Meclîsa PAKê Eyüp Alacabey, Bedran Acar, Aziz Özdemir, Mehmet Ali Yılmaz, Ömer Erdem, Şeyhmus Ünal, Ahmet Öztekin karîbûn beşdarî veşartina cenazeyê bibin û hemû PAKî li wê derê temsil kirin.

Nûnerê PDK-Bakur jî li ser mezel ji malbata kek Feyyaz Ekmen û ji PAKîyan sersaxî xwest.

Piştî merasîma veşartina cenaeyê hevalê me Feyyaz Ekmen, ji ber tedbîrên Covîd-19ê şîn nehat danîn û girse belav bû.
04.05.2021

Buroya Çepemenî û raGehandinê ya PAKê.

Kurdistan Haberleri

14 welatiyên xelkê bajarê Şinoyê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatine binçavkirin
Îraq tedbîrên li ser sînorên Sûriye û Rojavayê Kurdistanê tund dike
Asayîşa Kurdistanê: Bazirganê madeyên hişbir ê navneteweyî hat girtin
Amedspor, ji tîmeke futbolê wêdetir: 'Îro cejna me Kurdan e'
PWKê LI BATMANÊ JENOSÎDA DERSÎMÊ (TERTELE) BIBÎRANÎ