Çemçemal | Karmendekî asayîşê ji aliyên kesên nenas ve hat kuştin

.

Karmendekî asayîşê, li nahiya Şoreş a ser bi Çemçemalê, ji aliyên kesên nenas ve, bi gulleyan hat kuştin.

Li gor zanyariyan, li nahiya Şoreş, ji aliyê kesên nenas ve, karmendekî asayîşê hat kuştin. Ev bûyer, di navbera 12 saetan de ya duyem a kuştina karmendên asayîşê ye.

Do di navbera karmendên asayîşa Silêmanî û hêzên Pêşmerge de li Tasluceyê jî şer derket û di encama şer û pevçûnê de, karmendekî jiyana xwe ji dest da û çend karmend jî birîndar bûn.

Rêveberiya Asayîşa Silêmaniyê bi daxuyaniyekê ragihand: “Îro danê sibehê 10ê Sibata 2021ê li rêbendeke Tasluce, dema wesayîteke ser bi hêzên Pêşmerge derbas dibû, di navbera Pêşmerge û karmendên rêbendê de xeletfêmkirinek qewîmiye û bûye şerê devkî û ji aliyê Pêşmergeyan ve bi kêrê êrîşî çend karmendên asayîşê hatiye kirin û karmend hatine birîndarkirin. Mixabin karmendê asayîşa rêbenda Tasluce Şaxewan Ehmed Mehmûd, ji ber giraniya birînê, şehîd bû, pênc karmendên din jî birîndar bûn.”

Herwiha di daxuyaniyê de hat diyarkirin: “Demildest lijneyek ji bo lêkolînê hat pêkanîn û her du aliyên ku bûne sedema derketina kêşeyê, bi biryara dadwer, hatin ragirtin.”

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye