Çelîk: Herêma Ewle gavek erênî ji bo ewlekariya Tirkiyê ye

Peyvdarê AK Partiyê Omer Çelîk dibêje, bi biryara avakirina herêma ewle, bo ewlekariya Tirkiyê gavek erênî hatiye avêtin û da xuyakirin, divê herêm di bin kontrola Tirkiyê de be, YPG û PYD li deverê nemîn in.

Peyvdarê AK Partiyê Omer Çelîk dibêje, bi biryara avakirina herêma ewle, bo ewlekariya Tirkiyê gavek erênî hatiye avêtin û da xuyakirin, divê herêm di bin kontrola Tirkiyê de be, YPG û PYD li deverê nemîn in.

Çelîk carek din dubare kir, ew nahêlin, avakirina herêma ewle, wekî ya Minbicê bibe pêvajoya mijûlkirinê.

Omer Çelîk - Peyvdarê AK Partî anî ziman:

"Ya yekemîn divê li bakurêrojhelatê Sûriyê herêmeke ewle were avakirin. Kûrahiya vê weha be, ku rêxistina terorê ji sînorên Tirkiyê dûr bixe û herêm di bin kontrola Tirkiyê de be. Ya sêyem jî, divê tu endamekî PYD-YPG li herêmê nemîn e.

Herêma ewle, dê bibe korîdora aştiyê. Penaberên Sûriyê dê bikaribin vegerin herêma xwe û bo astengkirina koçberiyê jî, dê rolekê bilîze. Tirkiye dixwaze tevî hevpeymanên xwe bi hemahengiyê gav bavêje. Lê eger hin hevpeymanên me piştevaniya xwe bo rêxistinên terorê berdewam bikin, wek Serokomarê me jî gotiye, baca wê çi be bila be, Tirkiye dê operasyonê encam bide.

Biryara damezrandina navenda operasyonê û bi hemahengî avakirina herêma ewle gavekî erênî ye. Em naxwazin wek Minbicê, bi pêvajoya mijûlkirina re rûbirû bimîn in."

Siyaset Haberleri

22 hezar û 988 bermayîkên teqemeniyên şer hatin pûçkirin
Konsulxaneya Amerîkayê li Hewlêrê pîrozbahî li alîgirên Yaneya Zaxoyê kir
Keçeke Kurd a Efrînî li Danîmarkayê Ala Kurdistanê dixe pirtûkeke dibistanê
Li Efrînê ENKS û PDK-Sê Roja Alaya Kurdistanê bi çalakiyekê pîroz kirin
Şamê bi fermî planeke entegrasyonê ya 13 xalî pêşkêşî HSDê kiriye.