Çekya: Me bi berdana Muslim hiqûqa navdewletî binpê nekir

Wezareta Karên Derve ya Çekyayê daxuyand; “Çekyayê bi berdana Muslim ti berpirsiyarî binpê nekir. Îdiaya dibêje, hûn piştgiriya terorîzmê dikin, ne rast e. Ger Tirkiye radestkirina Muslim dixwaze, em ê vê di çaroveya hiqûqê de binirxînin.”

Muslimê ku di 24ê Sibatê de li Pragê hatibû desteserkirin, îro dekret pêşberî dadgehê û bi biryara dadgehê serbest hat berdan.

Berdevkê hikûmeta Tirkiyeyê Bekir Bozdag li ser serbestberdana Salih Muslim gotibû, "Biryar di asta piştgiriya rêxistinên terorê de ye."

Di daxuyaniya Wezareta Karên Derve ya Çekyayê de ev tişt hat gotin:

“Çekyayê bi serbestberdana Muslim ti berpirsyarî binpê nekir. Îdiaya dibêje, hûn piştgiriya terorîzmê dikin, ne rast e. Ger Tirkiye radestkirina Muslim dixwaze, em ê vê di çarçoveya hiqûqê de binirxînin.”

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin