Çekdarên ser bi Tirkiyê dubare ava Hesekê qut kirin

.

Grubên çekdar ên ser bi Tirkiyê  careke din li navenda Elok ya Serê Kaniyê ava vexwarinê li ser bajarê Hesekê qut kirin.

Li gor nûçeya K24ê, grubên çekdar careke din rê nedan karmendên rawestgeha Elok derbasî cîhê xwe bibin û kar li wê navendê hate rawestandin û ava vexwarinê li ser nêzîkî milyonek kesî hat birîn.

Jêdera ava Hesekê, navenda Elok e ya li gundewarê bajarê Serê Kaniyê ye. Piştî dagirkirina Serê Kaniyê di dawiya sala 2019an de, gelek car in kar li navendê ji aliyê artêşa Tirikyê û çekdarên opozîsyona Sûriyê ve tê rawestandin û di encamê de nêzîkî yek milyon kes li Hesekê û gundewarê wê bê av dimînin.

Pêştir Hevseroke Desteya Avê li Hesekê Nidal Mehmud ji K24ê re gotibû ku ew hewl didin projeyên nû yên avê amade bikin, lê kirîza avê mezin e loma karînên mezin pêwîst dikin.

Kurdistan Haberleri

Serokê PWKê Mustafa Ozçelîk di derbarê ‘’pêvajoya heyî’’ û behsên guhertina hinek yasayan de bîr û rayên PWKyê anî zimên
Li Parlamentoya Sûriyeyê çend Kurd hene û kî ne?
Gendeliya li Îraqê û bêparkirina Herêma Kurdistanê - Omer Ehmed*
Ji ber girtina parlamenterên gendelkar, civînên parlamentoyê hatin paşxistin
Îranê ji Interpolê xwest ku 60 serkirdeyên ji Rojhilatê Kurdistanê radest bikin