Çekdarên ser bi artêşa Tirkiyê gorra Dr. Nûrî Dêrsimî wêran kirin

Li Efrînê çekdarên ser bi artêşa Tirkiyê gora bîrewer, nivîskarê Kurd Dr. Nûrî Dêrsimî û hevjîna wî Ferîda Dêrsimî hatine şikandin.

Li gor nûçe û fotografên ji aliyê K24ê ve hatiye weşandin du roj berê li Efrînê çekdarên ser bi artêşa Tirkiyê gora bîrewer, nivîskarê Kurd Dr. Nûrî Dêrsimî û hevjîna wî Ferîda Dêrsimî hatine şikandin.

Li gor nûçeyê artêşa Tirk hemû kelûpelên di goristana Henan û mizgefta wê de jî dizîne û piştre jî ew goristan wêran kirine.

Siyasetmedar û rewşenbîrê Kurd Dr. Nûrî Dêrsimî ku di sala 1894an de li Dêrsima Bakurê Kurdistanê ji dayik bûye û dema serîhildan û jenosîda Dêrsimê koçî Sûriyê kiribû. Bi navê  xwe yê din Baytar Nûrî Dêrsimî li Helebê cîwar dibe, di sala 1973an de koça dawiyê kir. Dr. Nûrî Dêrsimî berî mirina xwe gora xwe li Goristana Henan a li Efrînê kolabû û wesiyet kiribû li wir bê bin ax kirin.

Di sala 1991an jî hevjîna wî Ferîda Dêrsimî koça dawiyê kir û li kêleka hevjînê xwe Dr. Nûrî Dêrsimî li Goristana Henan hat binax kirin.

Goristana Henan ku tê de mizgeftek û gora Nûrî Dêrsimî û hevjîna wî heye, navdartirîn qebirstana Efrînê ye û cihekî wê ya taybet li cem Efrîniyan heye.

Artêşa Tirkiyê û komikên çekdarên ser bi wê ve di roja 18ê Adara bûrî de derbasî Efrînê bûne û dagîr kirine, gelek cih û şûnwarên dîrokî û olî wêran kirine.

 

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin