Çekdarên nêzîkî Tirkiyê bi topan êrîşî Şêx Meqsûd kir

Hat ragihandin ku çekdarên komên opozîsyonê yên Tirkiye piştgiriya wan dike, du top avêtine taxa Şêx Meqsûd a Helebê ku di bin kontrola hêzên kurdî de ye.

Li gor ragihandina çavkaniyên herêmê hêzên çekdar ên opozîsyona Sûriyê ji bajarokê Kefer Hemre yê ku xala çavdêriya Tirkiyê lê heye, du top avêtine ser taxa Şêx Meqsûd.

Tê ragihandin ku di encama avêtina wan topan de, li taxa Şêx Meqsûd a şêniyên wê kurd in, hejmarek welatî birîndar bûne û ziyan li ser malên xelkê taxê çêbûye.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin