Çekdarên girêdayî Tirkiyê derdora Eyn Îsa topbaran kirin

.

 Çekdarên girêdayî Tirkiyê, derdora Eyn Îsa topbaran kirin. Di encamê de, zarokekî can da û 5 sivîl jî birîndar bûn.

Berpirsê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) rexne li Hikûmeta Tirkiyê û komên çekdar yên girêdayî wê dike û diyar dike, di encama topbarankirina gundê bi ser Eyn Îsa de, hejmarek hemwelatî bûne qurbanî.

Berpirsê Çapemenî û Karûbarên Giştî yê HSDê Mistefa Balî, daxuyaniyek belav kir û da zanîn: “Careke din ew navçeyên li derveyî Eyn Îsa ku xelk tê de dijîn, bûne armanca çekdarên bi ser Tirkiyê. Di encama topbarankirinê de, zarokekî can daye û hejmarek hemwelatiyên sivîl jî birîndar bûne. Êrîşên Tirkiyê, careke din jêrxane kiriye armanc û jiyana xelkên sivîl dixe metirsiyê.”

Hêjayî bibîrxistinê ye, di demên dawî de çekdarên girêdayî Tirkiyê, êrîşên xwe yên li ser navçeyên ku di bin destê HSDê de, zêde kirine.

HSDê herwiha destîşan kir, wan êrîşeke çekdarên opozîsyona Sûriyê li eniya Eyn Îsayê têkşikandine û zêdeyî 15 serbazên Tirkiyê û çekdarên opozisyona Sûriyê kuştine û 8 jî birîndar kirine.


 

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye