Çekdarên DAIŞê dîsa êrişî gundê Xaneqînê kirin!

Çekdarên DAIŞê êrişî gundekî bajarê Xaneqînê yê Başûrê Kurdistanê kirin lê gundiyan bi tundî bersiva wan dan.

Hate gotin, şeva borî komek terorîstên DAIŞê êrişî gundê Qaye yê Xaneqînê kirin lê xelkê gund bi tundî bersiva wan dan.

Dan zanîn, paşê çend firokeyên Iraqê jî li wan dan ji ber wê jî çekdar naçar man paş de birevin.

Li gorî agahiyan, di wî şerî de 6 çekdarên DAIŞê hatine kuştin û 3 motorsîklêtên wan jî hatine teqandin.

Çend roj berê jî terorîstên DAIŞê êrişî heman gundî kiribûn û 5 kes birîndar kiribûn.

 

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin