Çekdarê ku pîlotê Rûs kuşt serbest hat berdan

.

 Tirkekî ku li Sûriyê fermandarekî çekdaran bû û pîlotekî Rûs kuştibû, bêyî ku were cezakirin, ji zindana Tirkiyê serbest hate berdan.

Parêzerê Alp Aslan Çelik, ragihand ku ew îro ji zindanê derket.

Pîlotê Rûs Oleg Peşkov, sala 2015 piştî ku balafira wî hatibû xistin, piştre jî hatibû kuştin. Alp Aslan Çelik gotibû wî ew pîlot kuştiye.

Roja 24 meha 11, sala 2015, balafira Rûsî SU 24, ji aliyê balafireke Tirkî F 16 ve hatibû xistin, pîlotê Rûs bi paraşûtê xwe avêtibû, wê demê wî fermandarê Tirk, pîlot kuştibû.

Sala 2016 Alp Aslan Çelik hatibû girtin, wê demê jî îfada xwe paşve kişandibû û gotibû wî bi xwe nekuştiye, lê wî fermana kuştina pîlot daye.

Dadgehe Îzmirê ew tenê bi hilgirtina çekeke bê ruxset sûcdar kiribû û îro jî serbest berda.

Siyaset Haberleri

Hewlêr pênc hezar kes bi kincên kurdî bo Rekorda Guinnessê kom bûn
Mehmet Kaya: Hinardeya Amedê ya Îraq û Herêma Kurdistanê ji sedî 42 kêm bûye
Marco Rubio: Heta ku komên ser bi Îranê ve êriş bikin dijminatî naqede
Balyozê Îranê: Em piştgiriya komkirina çekên grûpên çekdar dikin
Li Rojavayê Kurdistanê ji bo dayîna nasnameyan dest bi hevdîtinan tê kirin