Çekdaran li Efrînê gora helbestvanekî Kurd xerab kirin

.


Çekdarên oposizyona Sûriyê li li Efrîna Rojavayê Kurdistanê, gora helbestvanê Kurd Arif Xelîl Şêxo xerab kirin, ji ber ku nivîseke bi zimanê Kurdî li ser hatibû nivîsandin.

Binpêkirinên çekdarên oposizyona Sûriyê, li Efrîna Rojavayê Kurdistanê berdewam in, û kiryarên wan ne tenê li dijî kesên zindî ne, mirî jî ji kiryarên wan xelas nabin û ew çekdar gorên jî xerab dikin û têk didin.

Rêxistina Mafê Mirovan ya Efrînê ragihand, ku herî dawiyê gora helbestvanê Kurd Arif Xelîl Şêxo, li gundê Kosa li nahiya Raco xerab kirin û têk dan.

Helbestvanê Kurd yê koçkirî Arif Xelîl Şêxo, di sala 1956an de ji dayik bibû, û 3ê dîwanên wî yên helbestê hene, û di sala 2012an koça dawiyê kiriye.

Ji dema ku herêma Efrînê ketiye bin kontrolkirina çekdarên oposizyona Sûriyê di 18ê Adara 2018an ve, binpêkirin û kirayarên xerab li dijî Kurdên berdewamin, ji revandina xelkê, êşkence, kuştin û zindanîkirinê, dizî û talakirinê, stendina fidye û bacê ji xelkê Efrînê berdewame.

Kurdistan Haberleri

Cezayê sêdaredanê bo Wesîm Esed hat derxistin
Zêrkerên Amedê li hemberî êriş û diziyan rabûn ser pêyan
PWK: Em êrîşa terorî ya li ser ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê şermezar dikin
Li Silêmaniyê agir bi depoyeke sotemeniyê ket: 20 kes birîndar bûn
Li Kerkûkê droneke nenas hat xistin