Çekdaran li Efrînê du hevjîn û zarokên wan girtin

Li Efrînê girtina welatiyên sivîl ên Kurd ji aliyê çekdarên opozisyona Sûriyê ve berdewam e. Grûpên çekdar ên opozisyona Sûriyê ku Tirkiye piştgiriya wan dike, çend welatî ji deverên cuda yên herêma Efrînê girtin.

Grûpên çekdar ên opozisyona Sûriyê welatiyê bi navê Ferîd Mihemed Mistefa ji gundê Bafilorê yê ser bi Cindirêsê ve girtine.

 

Çavkaniyên xwecihî dibêjin, ku ew welatî ji çend roj berî niha ve ji aliyê çekdaran ve hatiye girtin û heta niha ti zanyarî li ser çarenivîsa wî nayê zanîn.

 

Grûpên çekdar herwiha welatiyê bi navê Îmdad Ehmed li gel hevjîn û du zarokên wî li ser rêya Efrîn-Izazê girtine û bo cihekî nediyar birine.

 

Li gorî çavkaniyên xwecihî, Îmdad Ehmed, hevjîna xwe ji bo çareseriya pizîşkî biribû bajarokê Izazê û li ser rê ew ji aliyê grûpên çekdar ve hatibûn girtin. Ji roja 8ê Îlonê ve, herî kêm 24 welatiyên herêma Efrînê bi destê grûpên çekdar ên ser bi Tirkiyê ve hatine girtin.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin