Çekdaran dîsa kurdên sivîl revandin: 6 hezar lîreyê Tirk fîdye dixwazin

.

Hat ragihandin ku komên çekdarên bi ser Tirkiyê ve, ji navçeyên Raco û Bilbilê yên Efrînê 3 sivîlên din revandin û ji bo berdana wan fîdyeyê dixwazin.

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûrî ragihandiye ku beriya hefteyekê çekdaran kesê bi navê Elê Hisên (22) yê ji gundê Mûskê yê navçeya Raco revandiye û ji bo berdana wî 6 hezar Lîreyê Tirkî ji malbatê dixwazin.

Li aliyê din Navenda Belgekirina binpêkirinan li Bakurê Sûriyê jî ragihandiye ku 13ê Çileyê, çekdaran du sivîlên ji gundê Colaqa yê Bilbilê revandin.

Hat zanîn ku çekdaran bi hinceta ku wêne di nav zeviyên xwe de digirtin, ew her du kesên bi navê Xebat Ebdo Henan û birayê wî Munzir Ebdo Henan revandine.

Li gorî rapora navendê di du hefteyên dawî de, di nav de 4 zarok û 4 jin 38 sivîl li Efrîn û Girê Spî hatine revandin.

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye