Çavuşoglu: Tirkiyê, bo vekişînê, bi hevkariya Amerîkayê 'hêzên taybet' ava kir

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu ragihand, da ku vekişîna hêzên Amerîkayê ji Sûriyê koordîne bike, Tirkiyê, digel Amerîkayê 'hêzên taybet' ava kiriye.

Çavuşoglu herwiha got di cîbicîkirina nexşerêya Minbicê de, derengmyînek heye bes digel rewşa xirab a hewayî jî bilezkirinek di cîbicîkirina nexşerêya Minbicê de heye.

Wezîrê Derve yê Tirkiyê herwiha got YPG/PKK hê jî li nav Minbicê hene û divê ji Minbicê vekişînin û wisa pê de çû: "Mebest ji herêma ewle, herêmeke tampon ji bo terorîstan bibin em ê li dijî vê derkevin. Lê heke herêma ewle bo nîgeraniyên Tirkiyê be, em ê piştgiriyê bidinê"

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin