Çavuşoğlu serdana Iraq û Kurdistanê dike

Li gorî Wezareta Derve ya Tirkiyê, Çavuşoglu dê di 11 û 12ê vê mehê de, wate sibe û dusibe serdana xwe ya bo Iraqê pêk bîne.

Çavuşoglu dê bi Serokomarê Iraqê Berhem Salih û serkirdeyên payebilind ên siyasî yên Iraqê û herwiha nûnerên tirkmenan re hevdîtinê bike.

 

Her di çarçoveya serdana xwe de, Wezîrê Derve yê Tirkiyê serdana Herêma Kurdistanê jî dike û li Hewlêrê çend hevdîtin û civînên bilind pêk tîne.

 

Wezareta Derve ya Tirkiyê herwiha daye xuyakirin, ku di vê serdana xwe de, Mevlut Çavuşoglu dê bi rayedarên Iraqê re derbarê “pêwnediyên dualî û pêşxistina wan di hemû waran de, proseya ji nû ve avedankirina Iraqê û hevkariya hevbeş” a navbera herdu welatan de gotûbêj bike.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin