Çavuşoglu: Perwerdekirina YPGê xiyanet e

Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu, bersiva daxuyaniya Sererkanê Amerîkayê Joseph Dunford da ku gotibû, ‘Dê Amerîka 35-40 hezar YPGiyan perwerde bike’.

Çavuşoglu di civîna Koma Reforman a 5mîn de ku li Enqerê hat lidarxistin got, “Heger qesta Amerîkayê perwerdekirina YPGê be, ev şaşîyeke gelekî mezin e. Ji herêmê re xiyanet e. Em lê temaşe nakin.”

Çavuşoglu plana nexşerêya Minbicê ya digel Amerîkayê wekî yekane rêya îstiqrara bakurê Sûriyê (Rojavayê Kurdistanê) nîşan da û diyar kir, “Piştî xebatên pêkanîna nexşerêya plana Minbicê, ya ku bê kirin destpêkirina nexşerêya bo Rojhilatê Firatê ye.”

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin