Çavuşoglu: Mafê me ye em li Sûriyê bimînin

.

Wezîrê Derve yê Tirkiyê: Bêguman danûstandinên me yên siyasî û rasterast bi rêjîma Sûriyê re hene. 

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu ragihand, Tirkiye hevsînorê Sûriyê ye, ji ber wê jî li wî welatî maye, ne wek Amerîka ku ji bo petrolê li wir maye.

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu ji kenla NTV a Tirkiyê re ragihand, hebûna Amerîka li Sûriyê bi kêlgehên petrolê ve girêdayî ye. Amerîka ne li ser daxwaza Sûriyê ye û ne jî sînorê wê bi Sûriyê re heye.

Çavuşoglu got, ew li Sûriyê ne, ji ber ku sînorê wan bi Sûriyê re hevbeş e û metirsî li ser wan heye û ji mafên wan e ku li wî welatî bimînin.

Tekez kir jî, Tirkiye piştevaniya yekperçeyîya xaka Sûriyê dike û alîkariyên mirovî pêşkêşî gelê Sûriyê dike.

Wezîrê Derve yê Tirkiyê got jî: “Rêjîmeke li Sûriyê heye, ji aliyê cîhanê ve nayê naskirin, ji ber wê bêguman em danûstandinên siyasî yên rasterast bi wê re dikin, lê di pirsên ewlehî û şerê li dijî terorê de.”

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye