Çavuşoğlu: Em rê nadin tu kesî ku YPGê biparêze

Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Mevlut Çavuşoglu ragihand ku derfet nedin hêzên ku ji bo parastina YPGê çûn Efrînê û "bila endîşeya ti kesî di mijara yekîtiya axa Sûriyeyê çênebe."

Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Mevlut Çavuşoglu bi hevkarê xwe yê Cezayîrê Abdulkadîr Mesahîl re hevdîtin pêk anî û piştî hevdîtinê civîna çapameniyê li dar xistin.

Çavuşoglu destnîşan kir ku armanca operasyona Efrînê YPG, PKK û DAIŞê e û got: "Em li dijî ti kesên ku têkoşîna terorîzmê dikin dernakevin, lê em derfetê nadin ew kesên ji bo parastina YPGê û PKKê çûn wir."

Mevlut Çavuşoglu wiha pê de çû:

"Gelek nûçe di derbarê gelo hêzên nêzî rejima Sûriyeyê werin vir derdikevin. Em li dijî ti kesên ku têkoşîna terorîzmê dikin dernakevin, lê em ê derfet nedin kesin ku ji bo parastina YPG ê PKKê çûn Efrînê. Bila endîşeya ti kesî di mijara yekîtiya axa Sûriyeyê de tine be."

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin