Çavuşoğlu: Em ê biryara DMMEyê bibine temyîzê

Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu li ser biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ku daxwaza demildest berdana Selahattîn Demirtaş kiribû, daxuyanî da.

Çavuşoglu medya Almanî re ragihand, “Li gor min ev biryar siyasî ye. Divê dadgeh tiştekî wiha neke. Em dê ji bo temyizê (betalkirina biryarê) serî li Daîreya Mezin a DMMEyê bidin.”

 

Wezîrê tirk got ku Demirtaş her çiqas ne endamê rêxistinê be jî bi awayekî eşkere piştevaniya PKKê dike û wiha pê de çû: “Gelek welatên Yekîtiya Ewropayê (YE) yên ku biryarên DMMEyê bicih nayînin hene.”

Çavuşoglu li ser hevdîtinên pêvajoya aştiyê yên bi PKKê re ku têk çûbûn jî got ku wekî encam derketiye holê ku bi kêr nehatine û dê li demên pêş jî bi kêr neyên.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin