Min di rojên dawî de, di hin herêmên Êzdiyan de pîrozbahiyên Çarşema Sorê bi merasimên fermî hatin lidarxistin şopandin. Min dît ku, li ser avahiyan pankartên “Çarşema Sor Pîroz Be” hatin daliqandin, rayedarên fermî beşdar bûn, alayên dewletê li navenda merasimê di ser malê û hemû kesî de cih girtine, û bi wan re jî hêzên ewlehiyê li wir amade bûn.
Di rûyê xwe de, ev dîmen dikaren wek nîşana pejirandina fermî ya civaka Êzdiyan were dîtin. Lê dema ku ez bi hûrgulî li wê dinêrim, pirsên girîng derdikevin holê: Ma ev bi rastî nîşana azadî û pejirandina mafên Êzdiyan e, an jî dîmenekî kontrola sembolîk a dewletê li ser nasnameya olî ya civakekê ye?
Ji bo civakek weke ya Êzdî ku, di dîroka xwe de gelek caran qirkirin, koçberkirin, redkirina nasnameyê û astengkirina bawerî dîtiye, her nîşana “piştgirîyê” girîng e. Lê mafparastina rastîn tenê bi pankartekê, an bi beşdarîbûna rayedarên hukumeta herêmî û bi merasimeke fermî nayê pîvan kirin. Mafparastin bi naskirina rastîn, bi şertên ewle, bi rûmet û bi maf pêk tê.
Gava di nav pîrozbahiya Êzdiyan de sembolên dewletê li pêş tên û sembolên nasnameya civakê di paş de dimînin, ev pirsê radixe holê: Ma civakek dikare cejna xwe bi rastî azad pîroz bike, gava ku şert û sînor ji derveyî tên diyarkirin?
Min beriya niha jî gotiye, „Heke hukûmetek bi rastî dixwaze mafên Êzdiyan biparêze, divê bi gavên pratîkî dest pê bike: şertên vegerê ava bike, mal û milkên dagirkirî vegerîne, perestgeh û goristan biparêze, û şertên ku civaka Êzdiyan bi nasnameya xwe, bi zimanê xwe û bi rûmeta xwe bijîn dabîn bike.“
Heta ku ev şert neyên dabînkirin, gelek merasimên fermî dê ji bo gelek kesan tenê wek nîşandanekî rûyî bimînin. Ji ber ku azadîya rastîn ne tenê ew e ku tu cejna xwe pîroz bikî; azadîya rastîn ew e ku tu bikaribî cejna xwe bi nasnameya xwe, bi peyama xwe û bê şert pîroz bikî.
Ger pîrozbahî di bin şert û sembolên ku ji aliyê desthilatê ve hatine danîn de tê kirin, pirs hîn jî li cihê xwe dimîne:
Ma ev pîrozbahî ye an kontrole?
Nivîskar û lêkolînerê Êzdiyatiyê Kemal Tolan