Çarpel Medya bi kadroyeke xurt dest bi jiyana xwe ya weşanê dike

Eve demeke Çarpel Medya amadeyîyên xwe yên weşanê bi lez û bez didomîne.

Eve demeke Çarpel Medya amadeyîyên xwe yên weşanê bi lez û bez didomîne.

 

Çarpel Medya roja şemîyê, 11yê Tîrmehê, li gor seeta Diyarbekirê, di seet 11.00an (Li gor seeta Rojavayê Ewrûpa 10.00) de bi fermî dê dest bi weşana xwe bike.

 

Çarpel Medya, di demeke ku tade û zordarîya li ser miletê Kurd zêde dibe, hemû boriyên wê yên nefesê tê fetisandin û ji bo dengê wê bi temamî dernekeve hewl tê kirin dest bi jiyana xwe ya weşanê dike.

 

Çarpel Medya, ji dîrokê heta kulturê, ji hunerê heta edebiyatê, ji siyasetê heta têkilîyên navneteweyî, di hemû qadên jiyanê de bi spektrûmeke fireh bi kesên di warê xwe de pispor re, dest bi jiyana xwe ya weşanê bike.

 

Hemû pirsên ku mirovatîyê û wek parçeyekî wê, miletê Kurd, gelê Kurdistanê  eleqedar dike, dibe mijar û wê di ekrana Çarpel Medyayê de xwanê bike.

 

Çarpel Medya, ji hemû kesên ku li hember pirsên miletê Kurd, gelê Kurdistanê, hesret, êş û dilşadîyên wê hestyar in û gotinên wan heye, derî, ekran û rûpelên wê vekirîye.

 

Çarpel Medya wê bibe kedkarê geş kirin  û  vejandina hişmendîya netewî û niştimanî.

 

Çarpel Medya dê hebûna miletê Kurd,hebûna Kurdistanê, mafên  netewî û demokratîk yên miletê Kurd ,  mafê  li welatê xwe, xwe bi xwe îdare bike, mafê gelê Kurdistanê  yê bidestxistina statuyeke siyasî , netewî, coxrafî biparêzê.

 

Em dixwazin di rêya ku em wek milet bi hev re bipeyivin û çareserîyê bibinîn de Çarpel Medya bibe platformek û em ji Çarpel Medyayê re serkeftinê dixwazin.

 

Çarpel Medya bi lêxwedî derketina milyonan, wê bibe dengê milyonan.

Siyaset Haberleri

Hikûmeta Sûriyeyê hinek dîlên Kurd berdan
Trump Reza Pehlewî ji serkirdayetiya qonaxa nû ya Îranê dûr dixe: 'Kesekî ji navxweyî Îranê guncavtir e'
Îran di bin agir de ye: Di 12 demjimêran de çi qewimî?
Îsraîl û Amerîkayê li 131 bajaran baregehên leşkerî û mûşekî yên Îranê bombebaran kirin
KOBANÎ - HSD ji Şêxlerê vedikişe